BEMALE KEKO - QASIMO
QASIMO Qasimo heylo lo lawo, Dilê dayika te hewar e vê gazê dêran im lawo, Dilê dayika te hewar e vê gazîyê, Cerda Mala Şêko giran e bira xêrê wayê nevîne. Şiveta gurê sibatê xwe dane wê nîvsere serê çiye, Gulekê lawo meydanê berî bedena Qasimê lawê Meyro serekê sîyara gula nêçîrvana dane, dêran im lo, Kuştine serkarê zexîriye, Qasimo menal, berxê mino menal, çevê reşbelek tek meke kendal e, Şeve şevê payîza, wez ê ber serê birîndarê mala bavê xwe dêran im, lawo bibime cî û balgî, berpal e. Qasimo heylo lo lawo, bihara vî welatî çiqa zû tê, dêran im lo hay, Bihara vî welatî çiqa zû tê Erdî kose ye, erdî pasar e, weylo lawo gîhayê pût tê, Cerda Mala Şêkgo bira xêrê wayê nebîne wey lo lawo, Şiveta gurê sibatê, zozo bûne nîvsere serê çiyê da wa dêran im lo, pêra pêra dû tê, Qasimo menal, berxê mino menal, çevê reşbelek tek meke kendal, Şeve şevê payîza, wez ê ber serê birîndarê mala bavê xwe dêran im, lawo bibime cî û balgî, berpal. Qasimo weylo lawo dilê dayika te kanînka vê berwarê, dêran im lawo, Dilê dayika te kanînka vê berwarê Kerî bergelê Qasimê lawê Meyro giran e vê sibê nagire devî çayê, Kerî bergelê Qasimê lawê Meyro serekê sîyara gula nêçîrvana, way giran e, dêran im lo nagire devê çayê. De şeve şevê payîza, wez ê ber serê birîndarê mala bavê xwe rûniştime, dikim nakim dêran im lawo, birîne kûr e kew lê nayê, Qasimo menal, berxê mino menal, çevê reşbelek tek meke kendal e, Şeve şevê payîza, wez ê ber serê birîndarê mala bavê xwe dêran im, lawo bibime cî û balgî, berpal e.
Download
0 formatsNo download links available.